20.09.2012

Zordestiya mêran wê kengî ser jinên Kurd biqede?

Li lêkolînên DÎHA’yê ku li bajarên Herêma Kurdistanê kirin bi encam bûn û li gor vê li Herêma Kurdistanê, 2 hezar û 385 jin ji ber sedemên cuda teşebusî întîxarê kirine û herî kêm 399 jin hatine kuştin

Li Herêma Kurdistanê, yek ji pirsgirêkên herî sereke, pirsgirêka jinê ye. Li Herêmê ji ber pirsgirêkên wekî civakî, aborî, xizanî, gerdîşî, namûs û zewaca bi zorê, di navbera 2008 û 2012’an 2 hezar û 385 jinan, ji ber sedemên cur bi cur teşebûsî întîxarê kirine. Herî kêm 342 jinan jiyana xwe ji dest dane. Ev daneyên salane ya Rêveberatiya Giştî ya li Dûvçûna Şîdeta li Beramberî Jinan, hatine bidestxistin û lêkolîn li ser hatiye kirin. Li gorî lêkolînê DÎHA’yê yên li bajarên Herêma Kurdistanê encam bûne ji sala 2008’an heya meha 7’an 2012’an, di nava 4 rojan de jinek hatiye kuştin û her 3 roj carekê jinek rastî tecawizê hatiye. Her çiqasî ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewldan hebe jî, hejmara teşebusa întîxaran zêde dibe.

ŞEWITANDIN Û TEZAWIZ
Têkildarî şidet, kuştin, dozvekirina jinan û tezawizkirina jinan DÎHA’yê encamên lêkolînên xwe aşkera dike. Li gorî lêkolînê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û navçeya Germiyanê yên Herêma Kurdistanê encam daye, ji sala 2008’an heya meha 7’a 2012’an de, Eşkence, şewitandin û tecawizkirina jinan zêde bûye û encam jî li gorî rojan wiha ne: Di her rojê de jinek xwe dişewitîne, an jî tê şewtandin. 7 jinan jî ji ber ku şîdet li dijî wan pêk hatiye, li dijî endamên malbatên xwe doz vekirine û dîsan di rojekê de 2 jin hatine îşkencekirin. Di nava 3 rojan de jinek hatiye tecawiz- kirin. Her 4 roj carekê jî jinek hatiye kuştin, an jî xwe kuştiye.

TUNDÎ ZÊDE TÊ MEŞANDIN
Di nava 4 sal û 7 mehên derbasbûyî yên 2008 û 2012’an de, li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Herêma Germiyanê 17 hezar û 435 jin rastî şidetên cuda hatine. Herî kêm 399 jin jî hatine kuştin an jî xwe kuştine. Di warê zêdebûna şîdeta li dijî jinan, Silêmanî di rêza yekemîn de ye. Hejmar jî li gorî bajaran wiha ye: Silêmanî di rêza Yekemîn bajarên Herêma Kurdistanê de ye ku şîdeta herî zêde lê pêk hatiye. Li vir 6 hezar û 790 jin rastî şîdetê hatine. 108 jin jî hatine kuştin û 275 jin jî hatine tezawizkirin. Hewlêr jî di rêza Duyemîn de ye, ku şîdeta herî zêde lê pêk hatiye. 6 hezar û 778 jin rastî şidetê hatine. 178 jinan jî jiyana xwe ji dest dane û hatine kuştin.112 jin jî hatine tezawizkirin. Duhok jî di rêza Sêyemîn de ye ku şîdeta herî zêde lê pêk hatiye. 2 hezar û 967 jin rastî şîdetê hatine. 93 jin jî jiyana xwe ji dest dane û hatine kuştin û 65 jin jî hatine tezawizkirin. Navçeya Germiyanê jî di rêza Çaremîn de ye ku şîdeta herî zêde lê pêk hatiye. 900 jin rastî şîdetê hatine. 24 jinan jî jiyana xwe ji dest dane û hatine kuştin û 10 jin jî hatine tezawizkirin.

JINÊN XWE ŞEWITANDINE
Di nava 4 sal û 7 mehên derbasbûyî de, li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Herêma Ger- miyanê, 2 hezar û 60 jinan xwe şewitandine yan jî hatine şewtandin. Ji van jinên ku xwe şewitandine ji sedî 80’î jiyana xwe ji dest dane. Piraniya jinan temenê wan di navbera 16 û 35 salî de bûye.
Bajarê Hewlêrê di warê kuştina jinan de di rêza yekemîn de ye û 174 jin hatine kuştin. Bajarê Silêmaniyê jî di wara şewitandin an jî xweşewtandinên jinan de di rêza yekemîn de ye û 841 jinan xwe şewtandine. Dîsa Hewlêr di rêza yekemîn de ye ku 5 hezar û 42 jinan ji ber şîdetê li ser bûyeran li dijî zilam, bav, bira û endamên malbatên xwe doz vekirine. Her wiha di warê îşkenc û tecawiza jinan de jî Silêmanî di rêza yekemîn de ye ku 1994 jin hatine eşkencekirin û 275 jin jî hatine tecawizkirin.

HEJMAR PIR ZÊDE YE
Her çendî ev hejmar û daneyên şîdetê ku ji aliyê Hikumeta Herêmê ve tê diyarkirin jî, hejmara şîdetê pir zêde ye. Ji ber ku asta rewşenbîriya civakê tev ne wekî hev e û dîsa jî gelek cureyên şîdet, kuştin û xweşewtandina jinan di tarîtiyê de tên hiştin. Heya niha gelek kes ji ber kuştina jinan ji aliyê dozgeriyê ve hatine sûcdar- kirin, lê nehatine girtin. Mînak: 14 kes li Hewlêrê bi kuştina jinan hatine sûcdarkirin, lê hê jî nehatine girtin. Di hevdîtina ku serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel sazî û rêxistin- ên jinan pêk anî de, rêxistinên jinan navê 14 kesên ku li Hewlêrê bi kuştina jinan hatine sûcdarkirin û nehatine girtin, rade- stî Barzanî kirin. Dîsa di lêkolîna salane ya herêmê de gelek kujerên jinan bi cezayê îdam û girtina muebetê hatibûn girtin, hin ji wan serbest hatine berdan! Mînaka vê jî di lêkolînên berê de ku (S.M) bi kuştina 2 xwişkan sûcdar bû di girtîge- hê de bû, serbest hat berdan.
Bajarê Kerkûkê ku her roj lê teqîn pêk tên, dîsa rewşa jinan ji yên din nexirab e. Di nava 7 mehên sala 2012’an de tenê li Kerkûkê herî kêm 118 jin rastî îşkenceyê hatine..


1 şîrove:

  1. 2385 Jin ..... !!!

    Êdî Kurdên me li başûrê Kurdistan dîn bûne û bi çolê ketine , lê çi ... !! ???

    Hatine ji min re li ser paristina zimanê Kurdî dipeyivin li bin navî koma :
    " Iniyatîf ji bo Parestina Zimanê Kurdî " ... !!!

    2385 Jin .... êdî rewşa civakî ji ser hev hildiweşe ... !!!

    Kesên ku ew koma jor$i çêkirine , bila here rûyê xwe bide civaka Kurdî li wî derê, ê pêwîst ew e ...
    http://hawarnetrojev.hk-mg.net/2012/09/soraniperesten-basur-bi-temami-din-bun.html


    Eger civak hilweşe ... êdî ne zimana Kurdî dimîne , û ne Parestina ziman gerek dibe .

    YanıtlaSil

Top Ad 728x90