9.03.2019

Li kûrahiya gerdûnê galasiyeke ecêb



Lêkolînerên zanîngehên Keele û Central ên li Îngilîstanê mora xwe danîn binê kesfeke balkês. Kesif kirin ku pêkane galaksî di navenda xwe de xwedî qulên res ên gelekî mezin bin.

Gerook

Lêkolînerên zanîngehên Keele û Central ên li Îngilîstanê mora xwe danîn binê kesfeke balkês. Kesif kirin ku pêkane galaksî di navenda xwe de xwedî qulên res ên gelekî mezin bin.

Lêkolîneran encamên 'Southern African Large Telescope' analîz kirin û dîtin ku li navenda galaksiya bi navê SAGE0536AGN, quleke res a ji teoriyên heyî gelekî mezintir, heye.

Ev encama nedihat hêvîkirin, di kovara zanistiyê ya bi navê "Monthly Notices of the Royal Astronomical Society" de hat wesandin Galaksiya SAGE0536AGN ji aliyê teleskopa fezayê Spîtzer a NASA'yê ve hat dîtin û hat tespîtkirin ku emrê wê 9 mîlyar sal e.

Di nûçeya li malpera Maxisciences de hat argihandin ku bi bikaranîna Southern African Large Telescope re leza gaza tevdigere hatiye hesapkirin û bi vî rengî hebûna qula res hatiye tespîtkirin. Zanistan her wiha dîtin ku xeta emîsyona hîdrojen a li galaksiyê belav dibe.

Ev qula res a ku tê texmînkirin 320 mîlyon girseya rojê temsîl dike, ji bo galaksiyeke bi vî rengî 30 qat ji texmînan mezintir e. Galaksiya ev qula res lê hatiye dîtin jî xwedî girseya rojê ya 25 mîlyarî ye. Yanî 70 qatan ji qula res mezintir e.

Ji rêveberên lêkolînê Jacoo van Loon bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Galaksî dibe ku li navenda xwe xwedî qulên res ên mezin bin. Lê belê ev bi rastî jî gelekî mezin e."

0 şîrove:

Yorum Gönder

Top Ad 728x90