31.07.2019

Galaksiya 13 mîlyar û 200 salî



Lêkolînerên Enstîtuya Teknolojiyê ya Calîforniyayê diyar kirin ku navê "EGS8p7"ê dan galaksiya ku tê texmînkirin 600 hezar sal piştî afirandina gerdûnê çêbûye.

Tê hesabkirin ku emrê galaksiya 'EGS8p7'ê 13 milyar û 200 sal e. Galaksî girava herî mezin a gerdûnê ya ku dûrî galaksiya Kadizê ye.

EGS8p7 bi saya Teleskoba Fezayê ya Hubbleyê hat kewşkirin û bû sedema ji nû va destpêkirina nîqaşên li ser çêbûna galaksiyan.

Berê dihat texmînkirin ku çêbûna galaksiyê ji vir 13 milyar û 800 milyon sal berê, 500 milyon sal piştî Teqîna Mezin e.

Galaksiyên li gerdûnê bi saya teleskoban tên dîtin û sor û çilmisî xanê dikin. Ji bo ku dûrahiya van galaksiyan hesab bikin guherînên di ronahiyê da û asta sorbûna wê tê hesabkirin. Asta sorbûna Galaksiya 'EGS8p7'ê 8,68 pîle hat pîvandin. Beriya vê asta sorbûna galaksiya herî dûr 7,73 pîle hatibû hesabkirin.

Ji Enstîtuya Zanist, Teleskob û Fezayê ya Baltîmorê Henry C. Ferguson wiha got: "Ev dîtineke zehf girîng e û merivan kelecanî dike. Galaksiyên herî kevn wek galaksiyên teze motanî dîskekê nînin û cuda ne. Di galaksiyên qedîm da gelek sitêrkên mezin hene."

Kifş di kovara "Astrophysical Journal Letters"ê da jî hat weşandin.

0 şîrove:

Yorum Gönder

Top Ad 728x90